1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Em bi zimanê xwe kurd in
Em bi zimanê xwe kurd in,Em bi zimanê xwe kurd in

Em bi zimanê xwe kurd in

A+ A-

Bi taybet di van çend salên dawîn de li ser mijara ziman gelek tişt hatin gotin, hatin kirin, car caran ji siyaseta rojane jî, bêtir ket rojeva kurdên Bakur û yên Ewropayê. Xwepêşandan, konferans, panel, semîner, gelek çalakiyên cur bi cur hatin kirin, gelek biryarên di cî de û grîng hatin girtin. Ev biryar çiqasî hatin pêkanîn, ew jî ciyê nîqaşê ye. Dîsa hejmara televizyon, radyo, rojname, kovar, pirtûk û malperên kurdî, xwendevan û nivîskarên kurdî bêtir bûn, her çendî di nav xwe de gelek şaşiyên ziman û rêzimanî hebin jî.

Her wiha grîngiya ziman, di rojev û têre neke jî cî bi cî di praktîka siyaset û siyasetmedarên kurd de jî, xwe da der. Ya herî grîng jî ku ziman ji her demê bêtir di rojeva PKK`ê de cî digire êdî û bi taybet jî rêveber, kadro û şervanên PKK`ê, ji her demê bêtir bi kurdî diaxivin, perwerdeyên xwe bi kurdî dikin, daxuyaniyên xwe bêtir bi kurdî didin û bi gel re bêtir bi kurdî dikevine dîalogê ku ev hemî ciyê şanazî û dilxweşiyê ne.

Li ser aliyên erênî yên van pêşveçûnan gelek tişt dikarin bêne gotin, lê bi ya min encam grîng in. Bi taybet jî di mijara ziman de, li ser kîjan beşa civakê çi pêşveçûn bûne, armanc û pêşketin û biserketinên di van armancan de çi ne, ev grîng in. Li gel van hemû tiştên me li jor gotin jî, ji pêşketinê bêtir paşketin heye.

Çima? Lewra ku bi taybet jî nivîskar in, rewşenbîr in, siyasetmedar in, hunermend in, an li gor civakê kesayetên grîng in bi awayekî û kar û barên xwe bi giranî bi kurdî jî dikin, lê bi zarokên xwe re bi kurdî naaxivin, serê xwe bi wî alî ve naêşînin, kîjan li hesabê wan tê, an li rihetiya wan tê, wê dikin û ji bo vê jî hezar hincetî dikarin di cî de li dû hev rêz bikin. Ji bo vê tewanbariya xwe ya giran an veşêrin ku nayê veşartin, an jî mafdar derxînin. Ew mezinahiya ku wê tewanbariya giran li ser xwe bipejirînin û ji bo çareserkirinê bikevine nav hewldanekê, xwe biêşînin, mixabin ku nîşan nadin. Baş e ku ev mezinahî neyê nîşandan, dê berhemên mirov ên jiyanê çewa dikaribin bi nirx û rûmet û xwedî kûrahiyekê bin?

Yek ji sedema vê nakokiya di jiyana gelekan de ye jî ev e ku niha ziman di rojevê de ye û rêyek vebûye ku dikarin di wê rêyê de hinek nav û deng ji xwe berdin, hin hestên xwe tetmîn bikin; ne ku îman pê anîne ziman sedema hebûna me ye û ne ziman be em dê bi hemû dîrok û nirx û rûmetên ku bi tu bihayî re nikarine bêne ber hev û nikarine bi paş ve bêne girtin ve, tune bibin. Dema ku ziman çû, ne tenê ev tişt, her wiha ev xwîn û xwêdana ku bi sedê salan in hatiye rijandin jî dê pê re biçin. Dijmin jî vê dizanin, li gor vê li tembûrê didin û gelek ji me jî li ber dilîzin.

Gotina min ji kî re ye? Gotina min ji wî kesî re ye ku li ser navê kurdayetiyê qaşo hin kar û xebatan dike (ev êdî siyaset dibe, an ziman û huner û rewşenbîrî an tiştek din dibe ferq nake), lê di nav malê de bi zarokê xwe re bi kurdî naaxive. An bi zimanê dijmin, an jî ku li Ewropayê dijî, bi giranî bi zimanê wî welatî ku lê dijî, bi zarokên xwe re diaxive. Di kurdî de gotinek heye; “tu êdî bi devê xwe çivîk jî bigirî, ez ji te bawer nakim” ku ev jî wiha ye. Sibe, ba ji ciyek din ve bê, dê pêşî ev kes ber vê bayê kevin, qet şik jê re tune. Lewra dema mirov grîngiya ziman di kûrahiya bîr û dilê xwe de bijîne û li hemû şanikên xwe belav bike, ne pêkan e ku mirov bikaribe yek gotinek bi tenê jî bi zarokek kurd an bi taybet jî bi zarokê xwe re biaxive. Yên ku dikarin biaxivin, ez pir aşkere dibêjim, rola wan, xebatên wan, gotinên wan, îdîayên wan ên vê jiyanê çi dibin bila bibin bê rûmet in û di xizmeta dijminan de ne. Lewra hemû hewldanên dijmin tunekirina pêşeroja me ye û zarok pêşeroja me ne. Em ku nirx û rûmetên xwe bi rêya nifşên nû negihêjine pêşerojê, gelo dê bikaribe pêşerojek ku bi paşerojê ve girêdayî û li ser bingeha wê şîn dibe bê afirandin? Bê guman ku na. Lê gelo hemû nirx û rûmet û giyan û her cure nexşên kurdayetî ya li jiyana me honayî, ji bilî ziman, dikare bi rêya çi bigihêje zarokên me? Bê guman ku ne bi rêya tu tiştekî din. Eger ev hemî rastî ne, wê demê ew kesên ku filan binî bêvan in û bi zarokên xwe re bi kurdî naaxivin, di rastiyê de derdekî wanî pêşeroj, nirx, rûmet, dîrok û hemû rengên kurdayetiyê heye, an li gor roja ku tê de ne û ji bo xwe bi tenê dijîn? Bê guman ku ya duduyan rast e. Sedem çi dibe bila bibe, tu sedemek nikare rê li ber vê rastiyê bigire, tu sedem!..

Mahabad Felat Arda [email protected] 2010-02-06


Gotinên miftehî :